02 Mayıs 2016

Hinekî Şîn Hinekî Jîn

Hinekî Şîn Hinekî Jîn

Gulberfîna dildarê rojê
Wexta hêvî di bin berfê de vedibe
Li ser çiyayê kezebperitî
Dûyek bilind dibe
Li qûntara çiyê de
Vediguhere lehiyê
Di dengê bilûra şivanekî de
Di newaya stranek a dilşewat de
Ji rengê şînê diçe şev
Wexta serê çiyê vediguhere soriyê
Hinekî jiyan tê çandin
 Tov dibe hêvî û dikeve axê
Tim jiyan diherike pêşerojê
Wek bayê her tim bi bêdengî
Wek mînaka trênekî

Hêviya dibe ji dûriyan re